Bûyer, danê sibehê li Taxa Cudîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di encama hilweşîna dîwara înşeatê de hezaz pêk hat. Di wê demê de 2 karkerên ku nasnameyên wan nehat hînbûn û dixebitîyan di bin axê de man.Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê dest bi xebatê kirin û herdu karkeran jî di bin axê de derxistin, karkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê.Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Ağrı
24 Ocak 2023 - 21:27
Li Êlihê di înşeatê de hilweşîn: 2 karker hatin xelaskirin
Li Êlihê di encama hilweşîna ku di înşeatekê de pêk hat de 2 karkerên ku di bin enqazê de mabûn hatin xelaskirin.
Ağrı
24 Ocak 2023 - 21:27