Şehîdan di 'Îda Remezanê de jî nehatin jibîrkirin

Şehîd Abdulwehap Kara û Şehîd Abdusselam Îrdem yên ku di salên 1990îyan de hatibûn qetilkirin, di dawîya roja ‘Îda Remezanê de li ser mezelên xwe hatin yadkirin.

Şehîdan di 'Îda Remezanê de jî nehatin jibîrkirin
05 Mayıs 2022 - 14:14
Şehîd Abdulwehap Kara û Şehîd Abdusselam Îrdem yên ku ji ber xebatên xwe yên Îslamî hatin qetilkirin, ji teref hevaldozên wan ve ji ber minasebeta ‘Îda Remezanê li ser qebrên xwe hatin yadkirin.

Di bernameya ku hat tertîpkirin de, li ser mezelên wan dua hat kirin û sedeqetê wan yên ji de’wê re hat qalkirin.

Şehîd Abdulwehap Kara, ji teref wan kesên ku xebatên wî yên Îslamî nedihat hezmkirin ve di tarîxa 20ê Gûlanê sala 2000an de hatibû şehîdkirin. Şehîd Abdulwehap Kara, li Rihayê di Goristana Malbata Bedîuzzeman de hatibû definkirin.

Şehîd Abdusselam Îrdemê ku di salên 1990îyan de li Dîyarbekir hatibû binçavkirin û di rojên dawîn de ji ber îşkenceyan rûhê xwe teslîmê Xwedê kir jî li gundê Heqêça navçeya Hîlwana Rihayê hatibû definkirin. (ÎLKHA)
 

YORUMLAR

  • 0 Yorum