Tîmsala exlaqa xweş: Şehîd Aytaç Baran

Şehîd Aytaç Baranî kû bi xîret, cehd û exlaqeqî xweşîk xwe fedayê dewa Îslamê kiribû, di 7emîn salvegera şedahdeta wî yê ku ji teref PKKyîyan ve hatibû qetilkirin de bi rehmet û minnet tê yadkirin.

Tîmsala exlaqa xweş: Şehîd Aytaç Baran
09 Haziran 2022 - 11:50
Li ser şehadetê Aytaç Baranî yê endamê HUDA PARê û Serokê Îhya-Dera Nû yê ku di 9ê Hezîranê sala 2015an de li Dîyarbekir ji teref PKKyîyan ve hatibû şehîdkirin 7 sal derbas bûn.


Şehîd Aytaç Baranî yê ku ji bona dewa Îslamê şev û rojê xwe dikir yek, bi tevî exlaqî xwe yê xweşik û rûyê wî yê bi ken li derdorê wî ciwan tu qet kêm nedibûn û dilê tu kesê jî ji xwe nedihêşt.

Ew, wê kesê ku li hemberê wî bûna bi rûyê xwe yê bi ken wek ku qelbê wî fetih dikir Îslamê di qelbê wan de neqiş dikir. Ew, bi zarokan re dibû zarok, bi ciwanan re dibû ciwan, bi kalan re dibû kal û bi wan re bi taybetî eleqeder dibû. Ji zarokan ra jî digot, ‘keko’ û dema ku wan zarokan bileyîsta ew jî bi wan re dileyîst.


Şehîd daîma weha digot, “Eger ku em bi zarokan re eleqeder nebin, şefqet û rehmetê nîşanê wan nedin, exlaqa Quran û Îslamê hînê wan nekin ew ê van zarokan sibê roj bikevin rêya xirab û ew ê bikevin dawa neyarên Îslamê.” Di vê meseleyê de xebatek mezin ya Îslamî dikir.

Ji teref dikandar û xelqê ve ji ber fealîyetên alîkarîyê ya ji bona feqîran li Şehîtlîk û Ben û Sen a ku cihê feqîran dihat hesibandin dikir gelek dihat hezkirin.

Di bernameyên Mewlîda Pîroz ya ku ji teref Evîndarên Pêxember ve dihat tertîpkirin de, bi wî dengê xwe yê zelal Quranê dixwend û dilê xelqê bi Quranê rehet dikir, bi xwendina qesîdeya “Pêxemberê Me Yê Rêzan” di dilê xelqê de cih girtîbû.

Ew rêxistinê ku dixwast ciwanan ji bo armanca xwe bide şixulandin, ji xebatên Aytaç xoce nerazî bû. Exlaqê wan ciwanên ku Aytaç xoce wan perwerde kiribû, rêxistinê gelek aciz kiribû.


Rêxistina ku ji xebatên Aytaç xoce aciz bûbû, wê planê xwe yê bêoxir kiribû dewreyê. Dema êrîşê ku di piştî Hilbijartina Giştîya 7ê Hezîranê de di encama suîqestekî de ku Aytaç xoce hatibû qetilkirin, xuyayê qemereyan bûbû, di xuyangê de wan kesên ku Aytaç xoce qetil kiribûn dihatin dîtin û ji wan yek hatibû qefaltin yê dinê jî ku navê wê Sezgîn Demîrkol e di encama pevçûna ku di meha Kanûna Pêşîn sala 2015an de li navçeya Yenîşehîrê hatibû kirin de ji teref polêsan ve hatibû kuştin.

Dîyadîn Gumuşê (22) ku di doza ku piştî siûqestê hatibû vekirin de ew tenê bersûc bû, ji sûcên ‘kuştina bi zanebûn’ û ‘bûyîna endamê rêxistina terorê PKKê’ hatibû berdan.

Kuştina Aytaç Baranî yê ku ew yek “elçîyê aştîyê” dihat naskirin, armanca wan kesên ku xwe dane pişt gotina ‘aştî’yê baş nîşan dide ku armanca wan ne aştîye, armanca wan herb e.

Xeberê şehîdbûna Aytaç Baran, serî hevalên wî yên de’wê û hemû kesên ku wî hezdikirin ji kurîtî kedirandibû û wan dilsoj kiribû.


Na’aşê Aytaç Baran, ji Merga Nexweşxaneya Dewleta Seleheddîn Eyyubî hatibû rakirin, bi tevî qonwoyeke mezin ya erebeyan hatibû birin Mizgefta Seleheddîn Avşar ya ku li nêzê avahîya Îhya-Der a Nû yê ku şehîd li wê derê xizmetê dikir nimêja wî hatibû kirin, dû re na’aşa şehîd Aytaç Baran hatibû anîtin goristana Yenîkoyê.

Baran, di binê tekbîr û selawatên ku ji teref jin, pîrek, ciwan, zarok û kalan ve dihat anîtin hatibû definkirin. (ÎLKHA)
 

YORUMLAR

  • 0 Yorum