Qeza danê êvarê li ser avahiya Polîsên Rêbeja Diyarbekir-Rihayê pêk hat.Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 34 FPH 196 di encama ku şofêr kontrola dîreksiyonê winda kir û bi lez û bez ji rêya kêlekê derket ser rêya sereke û li wesayîta bi plaqeya 46 AFF 530 û wesayîta ticarî ya sivik a bi plaqeya 27 AHF 226 qelibî.Piştî qezayê gelek ekîbên tenduristiyê û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.Di muayeneya ewil de ekîbên tenduristiyê tespît kirin ku polîs Kemal Guleç ê di wesayîta bi plaqeya 46 AFF 530 de bû canê xwe ji dest da.Di qezayê de polîsek jî di nav de 5 kes birîndar bûn.Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Ağrı
24 Ocak 2023 - 21:30
Li Diyarbekirê qeza: Polîsek canê xwe ji dest da, 5 kes birîndar bûn
Li Diyarbekirê polêseke ku di nav 2 erebeyên ku erebeyek li wan qelibî de bû canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Ağrı
24 Ocak 2023 - 21:30